Bi qasî 100 sed hunermend, derhenêr, akademîsyenên Ewrupî ji Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Wezîrê Derve ya Almanya Sigmar Gabriel re nameyeke eşkere nivîsandin û bang li wan kirin ku dijî operasyona Tirkîyê ya bi ser Efrînê de helwesteke tund nîşan bidin.
Hunermend, derhêner û akademîsyanan dîyar kir ku ew ‘’pasîfbûna siyaseta Almanya’’ ya li ber êrîşa Tirkîyê ya bi ser Efrînê de rexne dikin.
Di nameyê de hat nivîsîn ku divê Yekîtîya Ewrupa (YE) û Almanya bo hikûmeta Tirk êrîşên xwe bi dawî bike divê bi hemî îmkanên xwe têkoşînê bike.
Di nav kesên name îmza kirine de, kesên wek Peter Lohmeyer yê lîstikvan, Mariha Schrader ya aktris, Daniel Richter yê hunermend û Yuksel Yavuz yê derhêner hene.