Partîya Tisza ya opozîsyonê bi serokatîya Peter Magyar di hilbijartinên roja Yekşemê yên li Meceristanê de li hember serokê demdirêj Viktor Orban, ku ev 16 sal in welêt birêve dibe, bi ser ket.
Li gor encamên fermî, bi hejmartina piranîya dengan, tê payîn ku partîya rastgira navendî ya Tisza di parlementoya 199 kursîyan de herî kêm 138 kursîyan bi dest bixe. Di heman demê de partîya neteweperest a Orban herî kêm 55 kursî bi dest xistine.
Magyar di axaftina xwe ya serkeftinê de got, “Bi piranîya du ji sêyeka destûrî, em ê sîstema çavdêrî û hevsengîyê vegerînin,” di demekê de ku wî soz da ku dîsa tevlî hin sazîyên Ewropayê bibe, di nav de jî Dozgerîya Giştî ya Ewropayê jî.
Magyar herwiha got ku “Meceristan dê dîsa hevalbendeke bihêz a Yekîtîya Ewrupayê û NATO’yê be.”
Orban, ku hevalbendekî nêzîk ê Serokê Amerîkayê Donald Trump e, têkçûna xwe qebûl kir. Wî encama hilbijartinê wekî “bi êş” binav kir û pîrozbahî li partîya serketî kir.
Orban di du gerên cuda de wek serokwezîrê Meceristanê bi tevahî 20 salan welat bi rê ve bir.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer pîrozbahî li Magyar kir û got ku serkeftina hilbijartinê ya partîya wî “gaveke dîrokî” ye ji bo Macaristan û demokrasîya Ewropayê.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz jî pîrozbahî li Magyar kirin.
Rûsyayê got ku ew ê pîrozbahîyê li serokê nû yê Meceristanê neke ji ber ku Rûsyayê bi fermî welat wekî “welatekî nedost” binav kirîye ku piştgirîya cezayên li dijî Rûsyayê dike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê tavilê bersiva pirsa Dengê Amerîkayê li ser encamên hilbijartinên li Meceristanê neda.