Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Macaristanê Dibêjin Ewê Endamtîyên Swêd û Fînlandîya yên bo NATO Bipejirînin


Partîya Fidesz ya Serokwezîrê Macarsitanê Viktor Orban dê piştgirî bide erêkirina endamtîyên Fînlandîya û Swêdê yên li NATO.

‘’Emê piştgirîya xwe bo bo endambûna Fînlandîya û Swêdê ya NATO bidin’’ Fidesz bi daxuyanîyekê got.

Ev daxuyanî piştî bangên Orban û karbidestên hikûmetê yên ser berfirehkirina tifaqê hatin.

Swêd û Fînlandîya par, piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê.

Bo Swêd û Fînlandîya werin pejirandin divê 30 dewletên NATO wan bi yekdengî bipejirînin.

Swêd bi taybetî îtirazên Tirkîyê re rûbirû maye ku Enqere dibêje ew dewlet mazuvanîyê bo komên terorîst dike û jê dixwaze ku dijî wan gavên berfireh biavêje.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG