Şandeya Macaristan (Hungarya), ku serdana Fînlandîya Swêdê kir, ser pejirandina endamtîyên her du dewletan yên li NATO ti demeke zelal neda.
Fînlandîya û Swêdê sala borî piştî ku hêzên Rûsî derbazî Ukrayna bûbûn serî li NATO dabûn ku bibin endamên tifaqê.
Seba Fînlandîya û Swêd bibin endamên NATO divê 30 endamên wê bi yekdengî wan bipejirînin, lê Hungarya û Tirkîyê heta niha jî ew nepejirandine.
Cîgirê Serokê Parlamana Macaristanê Csaba Hende li Helsinki dîyar kir serdana wan destpêkeke hêvîdar e.
Hende, ku partîya desthilatdar Fideszê jî nûnertîyê dike, got ku tevî ku hêvî heye jî ew niha nikarin ser biryara Macaristên tiştekî bibêjin.
Di rojên borî de bi taybetî Tirkîyê ser endamtîya Swêdê nerazîbûn nîşan dabû.
Karbidestên Tirkîyê dibêjin Swêd bo komên terorîst mazuvanîyê dikin û ji wan dixwazin ku dijî wan gavên berçav biavjin.
Nûnerên Fînlandîya, Swêd û Tirkîyê îro Pêncşemê jinûve dest bi danûstandinên sêqolî dikin.
Jêder: VOA, Reuters