Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan Ser Endamtîya Swêdê ya jibo NATO Nîşanên Neyênî Dide


Berdevkê parlamana Macaristanê dîyar kir ku ew bi tevahî ne bawer in ku ewê endamtîya Swêdê ya jibo NATO bipejirînin.

Jiber rexneyên sîyasetvanên Swêdî yên ser paşveçûna demokrasîya Hungarya, wê dewletê ji Tîrmeha 2022yan vir ve serlêdana Stockholmê ya jibo NATO nepejirandiye.

Berdevkê parlamana Macaristanê Laszlo Kover ji Hir TV re got ku ew ne bawer in ku divê ew endamtîya Macaristanê qebûl bikin.

Gotinên Kover piştî girjîyên di navbera Hungarya û Swêdê de hatin gotin ku hefteya borî gur bûbûn.

Wezareta Derve ya Macaristanê hefteya borî bi nameyeke jibo Wezareta Derve ya Swêdê dîyar kiribû ku rexneyên wan yên ser hikûmeta Macaristanê ne mafdar in.

Swêdê, sala borî piştî Rûsya, Ukrayna dagir kiribû ku serî li NATO dabû ku bibe endama wê.

Macaristan û Tirkîyê heta niha jî endamtîya Swêdê nepejirandine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG