Wezareta Dadê ya Amerîka, Hunter Biden ser bacê bi 9 sûcan tawanbar kir.
Hunter Biden, ku bavê wî Joe Biden serokê Amerîka ye û bo dewra duyê ya seroktîyê kempeynê dimeşîne, cara duyê tê tawanbar kirin.
Li gor Wezareta Dadê, Hunter Biden ku serê salê bi sûcên çekên federal dihat tawanbar kirin, ger tawanbar were dîtin ewê bi bi 17 sal cezayê girtîgehê re rûbirû bimîne.
Di nav tawanan de eşkerenekirina bacê, nedana bacê û beyanên şaş û sexte yên ser bacê hene.
Îdianameya ku şîretvanê taybet David Weiss hazir kiriye dîde zanîn ku Hunter Biden ji sala 2016’an heta 2019’an baca federal ya 1,4 mîlyon dolarî nedaye.
Dozger îdia dikin ku Hunter Biden li şûna ku deynên bacê bide jiyaneke bi stîlên biha domandiye.
Ew dozger Hunter Biden bi serûbinokirina peyvajoyên bacê tawanbar dikin.
Hunter Biden meha Cotmehê sê tawanbarkirên ser bi xwe re gerandina çekan red kirin.
Li gor îdianameyeke meha Îlonê, Hunter Biden qanûnên çekan binpê kiriye û dema li ser narotîk hebûye çek jî bi xwe re gerandiye.
Parêzerê Hunter Biden, Abble Lowell dîyar kir ku ger paşnavê Hunter Biden ne Biden bûye ewê li Kalîfornîya û Delaware nehata tawanbar kirin.