Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunter Biden: Serdozgerê Delawere Ser Bacên Min Dest bi Lêpirsînekê Kir


Joe Biden û Hunter Biden

Kurê Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden, Hunter Biden ragihand ku serdozgerê Delawere dijî wî dest bi lêpirsînekê kiriye.

Hunter Biden dîyar kir ku lêpirsîna federa bo bacên wî çêbûye.

‘’Ez bi awayekî cidî li vê mijarê dinêrim, bawerîya min bi min tam e ku ger lêpirsîn bi awayekî profesyonel û bêalî were kirin, ewê nîşan bide ku min bacên xwe bi alîkarîya şêwirmendên min yên profesyonel yên bacê çawa li gor qanûnan dane.’’ Hunter Biden got.

Serok Donald Trump û alîgirên wî ji demeke dirêj vir ve Hunter Biden tawanbar dikirin ku wî di ser peywendîyên sîyasî re berjewendî bi dest xistine.

Wan îdia dikir ku Hunter Biden, di dewra seroktîya Barack Obama de, ku wê demê Joe Biden cîgirê serok bû, di karên li Ukrayna de sextekarî kirine.

Wezîrê Dadê yê kabîneya Joe Biden, ger piştî Biden di 20’ê Çileyê de dest bi seroktîyê bike lêpirsîn bidome, dikare wê li lêpirsînê binêre.

Tîma Biden ragihand ku Biden di demên dawî de dijî êrîşan têkoşînê dike û bi kurê xwe serbilind e.

Parêzerê Hunter Biden derbarê lêpirsînê hîn ti şirove nekiriye.

XS
SM
MD
LG