Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Hemwelatîyên Krîstîyan ji Meha Borî Vir ve li Tirkîyê Hinda Ne


Hurmuz û Şimonî Dîrîl

Şîmonî û Hurmuz Diril jin û mêrên Keldanî ne û 11’ê Rêbendanê vir ve hinda ne.

Kurê wan Remzî Dîrîl ku qeşeyê Dêra Keldanîyan ya li Stenbolê ye, dide zanîn ku di lêgerînan de heta niha encamek bi dest neketiye.

Gundê wan di salên 90î de du caran hatiye şewitandin û malbata Dîrîl jî koçê Stenbolê kiriye. Lê Hurmuz û Şîmonî pênc sal berê vegerîn gundê xwe Kocakaya ku li Beytuşebaba Şirnexê ye.

Remzî Dîrîl ji Dengê Amerîka re got ku ciranekî wan di îfadeya xwe de gotiye sê endamên PKK'ê dê û bavê wî revandine.”

“Lê, ew kes paşê îfada xwe guhertiye û gotiye ku dibe ku ew ne PKK bin. Û heta niha PKK'ê jî revandina dê û bavê min negirtiye ser xwe.”

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG