Lînkên eksesibilîtî

Barova Maria Jîyan li Porto Rîko Sekinand


Baroveya Maria, piştî ku hemê xeterên elektrîkê li Porto Rîko qut kir û li gelek deveran bû sedema lehîyên berfireh, îro baranên pirtir anî wê giravê.

Bahoza vê carê, baroveya herî xurt ya nav 90 salên borî ye û asta zîyanên çêbuyî hîn bi zelalî nayê zanîn jiber ku bi gelek deveran re peywendî hatine birtîn.

Karbidestên xwecîhî ragihand ku pirtir ji 11,000 kes neçar mane ku li stargehên tengavî bijîn û Baroveya Maria li hin deverên giravê 89 cm baran gêr kinine û avahîyên bilind hilweşandinê.

Navenda Baroveya Netewî ya Amerîka (U.S. National Hurricane Center) ragihand ku reng e astên avê û hêza bayê bahozê bilind bin.

XS
SM
MD
LG