Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Maria Her Bakur Diçe Lawaz Dibe  


Bahoza Maria ku hefteya borî li Nîvgirava Porto Rîko xist, her ku ber bi bakur de diçe lawaz dibe.

Lê navenda bahozan a Amerîkî îro Yekşemê got bahoz renge hîn metirsiyekê bide ser qeraxên rojhilat ên Amerîka.

Maria, ku bi pileya 4 li nîvgirava Porto Rîko xist, lawaz bû bo pile 2, li gel beza ba ya berdewam bi rêjeya 165 kîlometir di demjimêrekê de.

Hêjayî gotinê ye, Porto Rîko hîn bê eletirîk e, di demekê de ku berpirs dijwariyan dibîn in ji bo dabînkirina av û xwarinê bo 3.4 milyon rûniştvanên nîvgiravê ku ev cara yekem e di sed salî de rastî bahozeke wiha bi hêz tên.

Li gel Porto Rîko, bahoza Maria li nîvgiravên Karîbî xist, û jimareke kes jiyana xwe ji dest dan

XS
SM
MD
LG