Lînkên eksesibilîtî

Karbidest Hişyar Dikin ku Bahoza li Houstonê Hîn bi Dawî Nehatiye


Houston, Teksas ku bajarê herî mezin ya çaran e, bi berdewamî di bin baranên tropîkal de ye û tîmên hawarçûnê jî hewilên xwe didomînin ku bi hezaranên kesên ku di nav avê de asê mane, bifiltînin.

Karbidestên xwecîhî dibêjin ku wan heta niha 2,000 kes rizgar kirine û hîn li ber wan daxwazên krîtîk yên rizgarkirinê mane.

"Armanca me rizgarkirin e. Girîngîya me ev e ku em mirovan ji rewşa tengav û stresî rizgar bikin. Heta niha 5,500 kes ji stêrgehan re hatine veguhastin," bajarêvanê Houstonê Sylvester Turner got.

Pisporên hewazanî texmîn dikin ku baranên boş yên Barova Harvey (Hurricane Harvey) heta roja Çarşemê berdewam bikin.

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî Elaine Duke bal kişand ku hêza bayên barovê lawaztir bûye, lê xeterî bi tevahî derbaz nebûye.Harvey hîn bahozeke metirsîdar û dîrokî ye.

"Aniha bala me li ser operasyonên rizgakirinê ye û di dawîya vê heftê de emê dest bi operasyonên mayin bikin. Îro em di xema wan kesan in ku li Houston û deverên derdora wê, asê mane û hewceyî alîkarî ne. Em jibo gîhandina alîkarî ji wan kesan re xebatê dikin."

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG