Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Florida Hember Baroveya Michael di Hişyarî de Ye


Hawazan dibêjin ku Baroveya Michael xurtir bûye û giheştiye asta Kategorî 2 ya bahoza hêzdar, di vê demê de ku ew li eyaleta Florîda ya başûrê rojhilata Amerîka berfireh dibe.

Navenda Barove ya Netewî (National Hurricane Center) dibêje ku Baroveya Michael nêzî 635 kîlometre başûrê bajarê turîstîk Panama City e û di demjimêrekê de 155 kîlometre ba bi xwe re radike.

Bahoz heta niha li Meksîka û Kuba zararên mezin çêkirine.

Hawazan di xemê de ne ku bahoz dikare heta 30 santîmetre baran bibarîne rojavayê Kuba û bibe sedema lehî û herifîna erdê.

Pêşbînî heye ku Baroveya Michael roja Çarşemê bigehije herêma Panhandle ya Florîda û dû re jî hêdî hêdî here herêmên din yên başûrê rojhilata Amerîka.

Navenda Barove ya Netewî jimareke hişyarîyên barove, bahozên tropîkal û bahozan li Florîda û eyaletên cîran Georgia, Mississippi û Alabama derxistine.

Walîyê Florîda Rick Scott li 35 herêmên Florîda rewşa awarte ragihand û ferman da bi sedan endamên Zerevanîya Netewî (National Guard) ku hember êrîşên Baroveya Michael amade bin.

XS
SM
MD
LG