Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Nejran Yê Erebistana Saûdî Dibe Armanca Mûşeka Husiyan


Bermayên mûşeka balistî ya Husyan avitiye nav axa Erebistana Saûdî, ku dibêjin mûşek ji çêkirina Îranê ye
Bermayên mûşeka balistî ya Husyan avitiye nav axa Erebistana Saûdî, ku dibêjin mûşek ji çêkirina Îranê ye

Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Saûdî dibêje, hêzên wan yên dije-esman, mûşeka Husiyan xistiye xwar û ji kar xistiye, ya ku bajarê Nejran li Başûrê Saûdî kir bû armanca xwe.

Ajansa Nûçeyên Erebistana Saûdî derbarê êrîşa mûşeka Husiyan daxûyaniyek weşand û dibêje, Şemiyê çekdarên Husî yên ku, ji aliyê Îranê ve tên piştevanê kirin, mûşekek balistî avêtine bajarê Nejran, di encam de, welatiyekê Hindî jiber perçeyên mûşekê birîndar bûye, piştî ku mûşek ji aliyê hêzên dije-esman ve hatiye pûç kirin.

Ajans li gur Turkî al-Malkî peyvdarê fermî yê hêzên hevpeymaniya Erebî dibêje"Mûşek ji Yemenê bê ku nîşan û armanc diyarkirî hebe hatiye avêtin û ber bi Nejran ve û herêmek qelebalixa ya xwecihên sivîl hatiye avêtin, lê mûşk her li hewa hatiye pûç kirin".

Ji aliyê xwe ve Husiyan gotiye, roja Şemiyê wan bingehekê leşkerên Erebistana Saûdî li Nejran kiriye armanca xwe.

‌Heftiya bûrî dîsan Husiyan Erebistana Saûdî kir bû armanca mûşekan, Erebistana Saûdî her tim, Îranê bi piştevaniya Husiyan tawanbar dike, sala 2015an ew bûye beşek ji şerê navxwe yê Yemenê û hevpeymaniya Erebî li dij çekdarên Husî li Yemenê û berjewendiyên Îranê li herêmê daye avakirin.

XS
SM
MD
LG