Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Hûsî Dîmenên Kontrolkirina Keştîya Galaxy Leader Diweşînin


Çekdarên Hûsî dema Keştiyê li Derya Sor Kontrol Dikin
Çekdarên Hûsî dema Keştiyê li Derya Sor Kontrol Dikin

Mîlîtanên 'Ensar Îllah' yên Hûsî roja Duşemê dîmenên kontrolkirina keştiyekê weşandin ku îdîa dikin çekdarên wan doh Yekşemê li Derya Sor dest danîne ser.

Yehya Saree'i, berdevkê hêzên leşkerî yê bi navê Hûsiyan, dibêje "Dîmen ji operasyona leşkerî ya taybet ku hêzên wan yên deryayî dest daniye ser keştiyeke Îsraîlî doh êvarî ew li Derya Sor kontrol kirîye."

Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê gotibû ku kontrolkirina keştiya"Galaxy Leader" li başûrê Deryaya Sor, "bûyereke metirsîdar e li ser ewlekariya navneteweyî."

Berdevkê artêşa Îsraîlê gotibû keştî ne ya Îsraîlê ye û kesên tê de jî ne Îsraîlî ne.

Vîdyo nîşan dide ku helîkoptereke nêzî banê keştiyê dibe hejmarek leşkeran tîne xwarê û dikevin navenda serokatiya wê û fermanê dide kesên di keştiyê de yên destên xwe bilind kirine ku rûnin û xwe radest bikin.

Di heman demê de çekdarek derdikeve û durişmên dijî Amerîka û Îsraîlê bilind dike.

Galaxy Leader ya kompaniya bi navê Ray Carriers ya li girava Man dimîne, û keştî li ser navê "Ray Shibing" li Tel Aviv tomarkirî ye.

XS
SM
MD
LG