Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: 'Konferansa Bexda Bo Hevkarî Û Hevpariyê' Armanc Û Encam


Serokê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îraqê Mistefa al-Kazimî
Serokê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îraqê Mistefa al-Kazimî

Serokwezîrê Îraqê Mistefa al-Kazimî roja Pêncşemê ragihand ku "Konferansa Bexda ya Hevkarî û Hevpariyê," ku dê roja Şemiyê li paytext Bexda destpê bike, bûyereke giringe jibo Îraqê û herêmê her hemiyê.

Kazimî her wiha tekez li ser wê yekê kir ku ew hewil didin têkiliyên herî baş li gel hemî dewrûberan hebin.

Kazimî di daxuyaniya roja Pêncşemê de got ku "Gelek astengî li pêşiya herêmê hene, divê em hemî bi hevkarî û yekdestî wan astengan çareser bikîn, û derbazî aborî û civakeke hevgirtî ya di nava gelên li herêmê de bibîn."

Dr. Samî Rêkanî, Şirovekar Û mamstayê Zanîngehê
Dr. Samî Rêkanî, Şirovekar Û mamstayê Zanîngehê

Roja Çarşemê Peyvdarê Konferansa Bexda û wekîlê wezareta derve ya Îraqê Nezar Xeyrullah di preskonferansekê ragihand ku Konferansa Bexda ya Hevgirtin û Hevparyê roja Şemiyê 28 Tebaxê dê pêk bihê û armanc jê gotûbêjên derbarê rewşa li herêmê û pirsgirêkên heyî yên aborî, siyasî, saxlemî û civakî bikin û hevkariya welatên li herêmê xort û domdar bikin, herwiha peyvdarî got, Konferans dê bibe deriyê anîna sermaye û weberhênan û ewlekariyê bo Îraq û Herêmê.

"Givaştinek Amerîkî heye eger hatû ji Îraqê derket bibe piştevaniyek bo Serokwezîr Mistefa al- Kazimî ,"
Dr. Samî Rêkanî

Hatiye eşkere kirin ku serokê Fransa Emmanuel Macron dê beşdarî konferansê bibe, herwiha daxwazname ji serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Şahê Urdon û Cîgirê Şahê Erebistana Saûdî re jî çûye, lê nayê zanîn kanê dê beşdar bibin yan na, û heta amadekirina vê bernamê zelal ne bûbû, kanê beşdariya di konferansa Bexda de ya hin welatan di çi ast de be.

Welatên herêmê yên weke, Îran, Tirkiye, Erebistana Saûdî, Misr, Kuwait, Qatar, Îmaratên Erebê hatine vexwendin, herwiha nûneratiya Netewên Yekbûyî li Îraqê û nûnertiya welatên Yekîtiya Ewrupa YE li Îraqê hatine vexwendin.

Abdullah Salih Şirovekar
Abdullah Salih Şirovekar

Jibo danûstandina li ser vê mijarê, "Hello Washington" mêvandariya Abdullah Salih Çavdêrê Siyasî û Endamê berê yê Parlemena Îraqê û Dr. Samî Rêkanî Şirovekarê Siyasî û mamostayê zanîngehê kir.

Pêşî Samî Rêkanî got, ez weha dibînim ku Îraq dixwaze sengekê bo welatê xwe li herêmê peyda bike ji hemiyan zêdetir "Givaştinek Amerîkî heye eger hatû ji Îraqê derket bibe piştevaniyek bo Serokwezîr Mistefa al- Kazimî ," û xalên nakok yên di navbera welatên li herêmê de kêm bike.

Rêkanî herwiha got, welatên li herêmê bihêzin, eger ku piştî derketina Amerîka rewşa Îraqê li gor dilê wan nebe, wî çaxî "Dikarin Îraqê têk bidin".

"Ez di wê bawerê dame ku dê hevrikiya klasîk ya Trikiyê û Îranê li herêmê xortir bibe."
Şirovekar Abdullah Salih

Derbarê astê beşdarî kirinê Rêkanî got "Bê bawerî di nava welatên herêmê de heye" jibo şand û astê beşdarî kirinê kanê li ser çi ast dê beşdar bibin.

Herwiha Abdullah Salih Çavdêrê Siyasî got "Ez di wê bawerê dame ku dê hevrikiya klasîk ya Trikiyê û Îranê li herêmê xortir bibe."

Abdullah Salih got ku, ew derbarê rewşa li herêmê geşbîne û tiştên pir xerab rû nadin, heta eger Amerîka derkeve jî, lê Sali got "Ez di wê bawerê dame ku tiştên baş ji Konferansê dê dernekevin."

Salih got "Piştî Amerîka ji Îraqê derdikeve dê bûşhiyek peyda bibe, pirsgirêkên mezin dê ji pirkirina wê bûşahiyê çê bibin".

Hello Washington - Konferansa Bexda
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:35 0:00

XS
SM
MD
LG