Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Gefên Tirkîyê yên Ser Efrînê


Zêdetirî heftekê ye ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gefên êrîşa ser Efrînê dike û dibêje ewê di demeke zû de êrîşî Efrînê bikin û "korîdora terorê" li Sûriyê ji nav bibin.

Bi armanca pêkanîna êrîşan, Tirkiyê roja Çarşemê civîna Civata Ewlekariya Netewî (MGK) encam da û biryara derbazbûna leşkeran bo derveyê sînor hat dayîn.

Herwiha Serfermandarê artêşa Tirk, Hulusî Akar û serokê sazîya îstixbaratê Hakan Fîdan seredana Rûsya kirin da ku bo rê xweşkirina êrîşên ser Efrînê erê bike.

Li aliyekî din, berpirsên YPG, HSD û PYD'ê dibêjin ku wan amadekariyên bersivdana êrîşên Tikiyê kirine.

Ew herwiha bêdengmayîna civaka navnetewî li hember êrîşên Tikiyê rexne dikin, lê wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson û berdevka wezareta derve ya Amerîka xuya kirin ku ew daxwazê ji Tirkiyê dikin ku êrîşên ser Efrînê encam nede.

Me bi mêvanên xwe Çeleng Omer ji Zanîngeha Efrînê, Hoşeng Broka, şirovekarê sîyasî ji Almanya û Selam Hûsên, endamê Hevbendîya Niştîmanî ya Demokat ta Sûrî ji Efrînê ev mijar bi firehî gotûbêj kir.

Hoşeng Broka got eger ku hêzên Îslamî yên tûndrê bi rêya êrîşên Tirkiyê bikevin Efrîn, metirsya ser komkujiyek li dijî Êzîdî û mezhebên din heye.

Hoşeng Broka : Eger ku, hêzên Îslamî yên tûndrê bi rêya êrîşên Tirkiyê bikevin Efrîn, metirsya ser komkujiyek li dij Êzîdî û mezhebên din heye.

"Hemû hêzên têkiliya wê bi şerê navxwe yê Sûriyê heye, Îran. Rûsya, Tirkiye û Amerîka, dixwazin destkeftiyên xwe yên li ser erdê di aştiyê de bikar bînin. Tikiye berî ku here Konferansa Soçî, dixwaze hin destkeinyên leşkerî li erdê bi dest bixe, jiber wê yekê êrîşî Efrînê dike û dixwaze kaxeza Kurdan li wir lawaz bike."

Çeleng Omer jî da zanîn ku bi komên girêdayî Îranê li herêmê pencerek bû, dema rewşa wan ligel hêzên Îslamî xerab bû. Efrîn ji xwe re bikar dianî, eger ku Efrîn hat girtin di berjewendiya Îranê û hêzên girêdayî wê de nabe.

Çeleng dibêje ku Îran ji xwe li herêmê heye, eger Tirkiye jî bikeve wê derê ev dê bo berjewendiya Amerîka xerib be.

Çeleng Ome: Îran ji xwe li herêmê heye, eger Tirkiye jî bikeve Efrînê, ev dê bo berjewendiya Amerîka gelek xerab be.

"Durûtiya Amerîka û Rûsya heye. Rûsya dibêje li Îdlib herêma aram tê naskirin û divê tenahî hebe, li aliyê din li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng e. Herwiha Amerîka ji aliyekî ve dibêje Kurd hevpeman û dostên me ne, li aliyê din Efrîn jî girêdayî Bakurê Sûriyê ye û civakeke pir rengîn e, Êzîdî hene, Alevî hene, Kurd, Ereb hene, civakek sekular e, lê Amerîka li hember wê bêdeng e. Tirkiye dixwaze Îxwan Misilmîn bîne wê herêmê û çavê Tikriyê li Helebê ye, ji xwe herêma Şehba 12 -13 kîlometran ji Helebê dûr e, 100 sal in çavê Tirkiyê li Helebê ye.

Selam Hûsên: Tirkiye cesaret nake leşkerê xwe bişîne Efrîn

Selam Husên dibêje ew weke ‌‌Hevbendî hêzeke Sûrî ne û ger Tirkiye êrîşî Efrîn û Şehbayê bike ewê weke dagîrkerî bibînin.

"Êrîşên heta niha sîvîl kirine qurbanî zaro mirine, ev nayê qebûl kirin. Nayê fem kirin ku Artêşa Azad dibêje, em Sûrî ne û û şerê rejîmê dikîn, lê ligel Tirkiyê dijî hêzeke din ya Sûrî şer dike."

Hûsên dibêje Tirkiye cesaret nake ku leşkerên xwe bişîne Efrîn.

Hello Washington 19.01.2018_Êrîşên Ser Efrînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:52 0:00

XS
SM
MD
LG