Tirkiye di qonaxeke nazik de derbas dibe, weke şirovekar dibêjin, biryara serkomarê wî welatî ya pêşxistina hilbijartinan raste rast piştî girtina Efrînê hat, girêdayî wê bihayê lîreya Tirkiyê daket û metirsiya têkçêna rewşa abûrî li wî welatî heye.
Nihe danûstendinek dijwar li ser zelalbûna rewşa siyasî û paşeroja wî welatî li jêr desthilata Erdogan û partiya AKP tê kirin, herwiha weke demeke kirîtîk di jiyana siyasî ya wî welatî de tê nirxandin.
Çend roj mane bo hilbijartinên 24î hezîranê li Tirkiyê, ankêt didin zanîn ku hezkiryên Erdogan ber bi kêm bûnê ve diçin, jiber hin sedemên weke, berdewamiya rewşa awarte, lawaziya abûrî û zextên li ser partiyên siyasî yên mûxalif.
Hilbijartinên Tirkiyê û êrîşên ser Qendîlî mijara bernama "Hello Washington" bû, ev mijar bi mêhvanên bernaê re hat gotûbêj kirin, pêşî birêz Giran Ozcan nûnerê HDP'ê li Washington got, di dengdana ji dervey welat de, HDP bi hêze û pêrformansek baş nîşan dide, lê her kes dizane ku hilbijartinên 24î Hezîranê li Tirkiyê ji ber gelek sedeman dê di atmosfêrek demokratî û azad de derbas nabin, lê zêdebarî zext û hewildanên li dij HDP, ew dê 13 -14% ya dengan bistîne, weke Giran Ozcan dibêje.
Şirovekarê pirsên stratejî birêz Mamend Roje ji Silêmaniyê tevlî bernamê bû û got, di desthiladariya AKP ya 15 salên bûrî de ev hilbijartinên herî kirîtîk û hesasin.
Di bersiva pirsên bernamê de şirovekarê siyasî birêz Oktay Yilmaz ku ji Erdogan û AKP nêzîke got, ti girêdana hilbijartinên Tirkiyê bi operasyona ser Qendîlî ve nîne, biryara paqikirina bakurê Sûriyê û bakurê Îraqê ji endamên PKK'ê beriya hilbijartinan hat bû dan.