Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Têkiliyên Tirkiyê yên bi Cîhana Erebî û Welatên Rojavayî Re


Erdogan
Erdogan

Têkiliyên Tirkiyê roj bo rojê ji aliyekî bi cîhana Rojavayî re û ji aliyê din bi cîhana Erebî re xirab û aloz dibin.

Tirkiye bi şêweke eşkere tevî artêşa xwe û grûbên çekdar yên girêdayî wê ketiye di nav axa 3 welatên Erebî de, Sûriye, Lîbya û Îraqê.

Cîhana Erebî li ser van pirsgirêkan û dest xistina nav karên welatên Erebî bi şêweke giştî ji siyaseta Erdogan nerazîne û pirsgirêk bi Tirkiyê re hene, tenê çend welatên biçûk yên weke Qatar ne nav da weke din têkiliyên Tirkiyê ewqas li gel welatên din yên Ereban di rewşa duberî û nakokiyan dane.

Herwiha ji ber pirsgirêkên stratejî û siyaseta rojane, welatên Rojavayî yên weke, Fransa, Yunanistan, Fransa û Amerîka pirsgirêk bi Tirkiyê re hene, bi taybet piştî hewildanên Tirkiyê yên lêgerîna gaz û petrolan li avên deryayî yên nêzîkî Yunanistan û Qobrisê li derya naverast.

Bazarê Tirkiyê yê kirîna sîstema S-400, dîsan bo sedem ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyê bi taybetî û yên Tirkiyê û hevpeymaniya NATO bi giştî bikevin di qunaxek nû û hesas de.

Herî dawî Tirkiye dixwaze, avahiyê dîrokî Ayasofya ji dêreke katêderayî ya Ortodoksan ya li ser demê Bîzansiyan hatî ava kirin ji muzexanekê veguhêze û bike mizgeft.

Bo danûstandina li ser vê mijarê rojnamevan û pisporê pirsên Tirkiyê berêz Faysel Daglî tevlî bernama hello Washington bû û nêrînên xwe derbarê siberoja têkiliyên Tirkiyê û cîhana Erebî û Rojavayî anîn ziman.

Faysal Dagli - Kurdish Journalist and Researcher
Faysal Dagli - Kurdish Journalist and Researcher

Daglî derbarê siyaseta Tirkiyê ya niha û rewşa têkiliyên wê bi cîhanê re got"Tê zanîn piştî ku Erdogan Sistema rêveberiyê li Tirkiyê guhart, yekser wek osûla rêvebirina wî welatî, siyaseta tûndî û aloziyê derxiste pêş. Ev tûndî û alozî hem di anva Tikriyê de bo dînamîka navxweya Tirkiyê û hem jî bo têkiliyên bi derve re ket rojevê".

Daglî dîsan got "Ji dema ku Erdogan Sistema serokatiyê li Tirkiyê guherand heta niha yek roj di nava aştî û aramiyê de derbaz nekir, yanê her tim yan bi cîranan re, yan bi Amerîkiyan re yan jî bi Ereb û Ewrupayan re tûnd û tûjiya desthilata Erdogan hat rojevê."

Derbarê pirsa Ayasofya ku di rojeva Tirkiyê û Erdogan da ye, Daglî got"Ayasofya jî yek ji wan xalên ku nakokî di navbera Rûsyayê de, dê zêde bibe, êdî Ayasofa xala nakokiyê ye di navbera cîhana Orthodoksan her hemiyê û Tirkiyê da, wek tê zanîn Rûsya jî welatekî oldarên wê Orthodoks in dê nakokî zêde bibin û dom bikin".

Hello Washington 10 07 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:36 0:00

XS
SM
MD
LG