Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Pêşbînîyên Siberoja Sûrîyê


Mamend Roje û Ebdulsalam Ali
Mamend Roje û Ebdulsalam Ali

Piştî êrîşa kîmyayî ser Dûma, rewşa aloz ya li Sûrîyê ji şerekî navxweyî û herêmî ber bi şerekî navnetewî berfireh dibe.

Amerîka û hevpeymanên wê bi taybet Fransa û Brîtanya niha jibo bersivdana dijî rejîma Esad di danûstendinan de ne, ger ku zelal bibe wî êrîşa kîmyayî encam daye.

Li alîyê din Rûsya dibêje, ewê bersîva her êrîşekê li dijî Sûrîyê bide û rejîma Sûrî jî dibêje ku her çalakîyek leşkerî li dijî wê dê herêmê ber bi alozîyên mezintir ve bibe.

Di Hello Washintona vê heftê de, Mamend Roje, lêkolînvanê pirsên stratejîk li Herêma Kurdistana Îraqê û Ebdulselam Alî, nûnerê PYD'ê li Moskowê îdîayên êrîşa kîmyayî û bersîvdana pêkan ya Amerîka û hevalbendên wê nirxandin.

Roje dibêje ku çi zû yan dereng be, êrîşeke Amerîka û welatên Rojava li dijî Sûrîyê pêk were.

Roje bawer dike ku Rûsya dixwaze têkilîyên wê yên bi Tirkîyê re ne demkî, lê stratejîk bin. “Rûsya herwiha armanc dike ku Enqerê ji NATO dûr bixe".

Alî jî dibêje ku têkilîyên Rûsya û Tirkîyê di çarçoveyeke taktîkê de ne û ew têkilî demkî ne.

“Tirkîyê destek da grubên çekdar yên tundrê da ku projeya Amerîka li Sûrîyê sernegire. Ew proje pûç bû jiber ku Amerîka Kurd bijartin".

Hello Washington 13.04.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:14 0:00

XS
SM
MD
LG