Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Bizaveke Nû ya Ser Pêşvebirina Zimanê Kurdî Hat Damezrandin


Li Tirkîyê jibo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî tevgereke bi navê “Hereketa Zimanê Kurdî” hat damêzrandin.

Kordînatorê Giştî yê vê tevgerê Fevzî Bulgan got ku nêzîkî hezar kes di vê hereketê de kar dikin.

Bulgan dibêje ku zimanê Kurdî li Tirkîyê di bin xeterê de ye loma ew dixwazin ku bi nêrîneke netewî vî zimanî rêxistin bikin û pêşîya xetereya ser Kurdî bigirin.

“Armanca me ya bingehîn ew e ku em ser ziman yektîya Kurdan çêkin. Civaka Kurdî pir rengîn e jibo vê jî bi îdeolojîyê û bi bawerîyê yektîya Kurdan çênabe. Lê, bi parastin, vejandin û fêrkirina zimanê Kurdî, em dikarin Kurdan li hev bînin.”

Bulgan herwiha got ku tevgera wan dixwaze ku mafên rewa yên Kurdan di qada navnetewî de têxe rojevê.

“Li Tirkîyê Kurd ne xwedîyê statuyeke fermî ne. Em dixwazin ku li gor peymanên navnetewî, ser mafên Kurdan yê çandî bisekinin û hiqûqa navnetewî derxînin pêş.”

Wî da zanîn ku ewê li Amed, Ruha, Wan, Enqere, Îzmîr, Stenbol û li hin bajarên din rêxistinên xwe ava bikin.

XS
SM
MD
LG