Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirina Sîyasetvanê Kurd Îbrahîm Ayhan Xemgînîyeke Kûr Veda


Mirina parlamenterê bere yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan, ku roja Pêncşemê jiber krîza dil li Hewlêrê koça dawî kiribû, di nav Kurdan de xemgînîyeke kûr veda.

Ser mirina Ayhan, hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezayî Temellî peyameke sersaxîyê weşand.

Jibo anîna meytê Ayhan, malbata wî, Cigirê Serokê Giştî yê HDP’ê Fatma Kurtalan û li Amedê û Mêrdînê komeke endamên ’ê derbazî Herêma Kurdistana Îraqê bûn.

Alîkarê Hevserokên HDP’ê Azat Barış got ku hindakirina Ayhan jibo wan êşeke mezin e û ewê rêhevalê xwe ji axa Kurdistanê, Hewlêrê bînin, dîsa li axa Kurdistanê, li Ruhayê veşêrin.

Ayhan ku di sala 1968’an de li Sêweregê, li Ruhayê hatibû dine, bavê du zarokan bû.

Ew di sala 2010’an de jiber doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hatibû zindan kirin û di derheqa wî de gelek doz hatibûn vekirin.

Ayhan dema di sala 2014’an careke din bû parlamanter, ji ceza standinê rizgar bûbû, lê di sala 2015’an de jiber parvekirina wêneya şervanekî YPGê, bi propagandaya terorîzmê hatibû tawanbar kirin.

Wî saleke û sê meh ceza girtibû û parlamanterîya wî jî hatibû dawî kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Ayhan di alîyê dîrok û wêjeya Kurd de xurt bû. Wî demeke dirêj di nav sendîkaya perwerdê de jî erkên girîng dabûn ser milên xwe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00

XS
SM
MD
LG