Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd Îbrahîm Ayhan bi Girseyî Hat Oxir Kirin


Parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan, îro Duşemê bi tevlîbûna girseyeke mezin li goristana Sêwerega Ruhayê hat binax kirin.

Ayhan ku li parlamana Tirkîyê nûnertîya bajarê Ruhayê kiribû, roja Înê di encama krîza dil de li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, Hewlêrê jîyana xwe ji dest dabû.

Jibo oxirkirina Ayhan, hevserokên HDP’ê û parlamanterên wê û gelek sîyasetvanên Kurd beşdarî merasîmê bûn.

Girseya mezin pêşwazîya darbesta Ayhan kir û diruşmên wek “şehîd namirin” qerîyan. Jiber wan diruşman, polîs astengîyan derxist û nehîşt ku xatirxwazan bikevin goristanê.

Sîyasetvanê navdar Ahmet Turk li ser gora Ayhan axaftineke kurt kir û balê da ser xizmet û berdelên ku Ayhan jibo gelê Kurd daye.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî got ku Ayhan ji zulma ku li ser gelê Kurd hatiye meşandin, bêpar nemaye û gelek berdelan daye. Wê got ku Ayhan xizmetkarekî hêja yê gelê Kurd bû.

Ayhan ku di sala 1968’an de li Sêweregê, li Ruhayê hatibû dine, bavê du zarokan bû.

Ew di sala 2010’an de jiber doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hatibû zindan kirin û di derheqa wî de gelek doz hatibûn vekirin.

Ayhan di sala 2015’an de jiber parvekirina wêneya şervanekî YPGê, bi propagandaya terorîzmê saleke û sê meh ceza girtibû û parlamanterîya wî jî hatibû dawî kirin.

Ayhan demeke dirêj di nav sendîkaya perwerdê de jî erkên girîng hilgirtibûn ser milên xwe.

KHF_09_24_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG