Bi destpêkirina şerê di navbera PKK û hêzên dewleta Tirkiyê re, rûdanên kuştin û tundûtûjiyê jî bi taybet li bajarên Kurdan her diçe zêdetir dibin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku li bajarên Kurdan xebatên xwe didomîne, li hin bajaran, bi hinceta ku sazî û dezgehên dewletê li hember gel rewabûna xwe winda kirine, dest bi ragihandina rêvebiriyên xweserî kir.
Rêvebirên DBP’ê dibêjin, ev xweserî nayên maneya redkirina dewletê, lê jiber kiryarên şer ên hikûmeta demkî ya AKP’ê, rewabûna saziyên dewletê li bajarên Kurdan nemaye.
Nivîskar Îbrahîm Guçlu ragihandina xweseriyan wekî provokasyon dinirxîne û hişyarî dide ku ew yek wê xeteriyên mîna komkujiyan bi xwe re bîne.
“Li Tirkiyê mafê Kurdan yê çarenivîsê heye. Hem ji aliyê statuya siyasî, hem jî ji aliyê bihevre jiyanê ve pêdivî bi sîstemeke hevbeş heye ku ew jî federasyon e.”
Guçlu rexne li rêbazên PKKê dike û mînalên li Ewrupa bi bîr dixe:
“Ku PKK dixwaze di nav dewleteke hevbeş û demokratîk de pirsa Kurd were çareser kirin, divê jibo sîstemeke mîna ya Îspanî hewil bide û bi rêyên demokratîk anku bi guhertina qanûna esasî xweseriyeke siyasî mîna ya herêma Baskê bide pejirandin.”
Guçlu li ser rawestandina şer destnîşan dike, divê her du alî jî çekan bidin rawestandin, bi taybet jî PKK divê dest ji şerê bajaran berde.
“Pêwîst e li Tirkiyê bi lez û bez qanûna bingehîn ya nû were çêkirin û ew qanûn bibe peymana miletê Kurd û Tirk. Ji helwesta Serokomar Erdogan jî diyar bû ku dewlet bi guhertina hikûmetan nayê guhertin.”
Guçlu îdia dike ku piştî ku hikûmeta Tirkiyê dît nikare bi rêya Ocalan hikmê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê bike û çareseriyeke li gor projeya dewletê pêk bîne, dawî li prosesa aştiyê anîye.