Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kampanîya iAbra ya Brîtanî Testeke Nû ya COVID-19 Pêşkêş Dike


Kompanîya iAbra ya Brîtanî îro Pêncşemê ragihand ku wê testeke nû ya COVID-19 afirandiye ku di 20 sanîyan de encamê dide.

Kompanîya iAbra dîyar kir ku testa “Virolens” 99.8% hesasîyet û 96.7% spesîfîkbûnê nîşan dide.

Şîrketa ku di sala 2010an de hatibû damêzirandin, got ku ceribandinên “Virolens” li Firîngeha Heathrow hatine kirin.

“Sîstema me derfet dide ku di mercên dînamîk de testên hêsan, lezgîn û erzan bikaribin werin kirin,” CEO’yê iAbra Greg Compton di daxuyanîyekê de got.

XS
SM
MD
LG