Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê IAEA: Dibe ku Nêzîk Nûçeya Çûna Îranê Bibihîzim


Rafael Grossî, berpirsê giştî yê IAEA.
Rafael Grossî, berpirsê giştî yê IAEA.

Berpirsê Giştî yê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossî îro Sêşemê got ku ew çaverê wê nûçeyê dike ka kengî ewê biçe Îranê jibo gotûbêjên derbarê programa Îranê ya navokî.

Grossî da xuya kirin ku ew çaverê dike berî civîna giştî ya ajansa xwe li meha Mijdarê serdana Tehranê bike.

Berpirsê IAEA’ê li Washingtonê got ku ev axaftinên wî li ser bingeha danûstandinên wî ligel karbidestên Îranê ne. Lê wî ti hûrgilîyên zêdetir neda.

“Ez nûçeyên derbarê vê yekê di demek nêzîk de çaverê dikim,” Grossî ji rojnamevanan re got.

Wî herwiha got ku IAEAê karîbû kamîreyên xizmetê li hemû navendên navokî li Îranê deyîne, ji bilî navenda bi navê TESA Karajê.

Li navenda TESA Karajê pêkhateyên sentrifûj û alavên zaxkirina uranyumê tên kirin. Li Hezîrana borî ev navend rastî êrîşekê hat û di encama wê de yek ji çar kamîreyên IAEA danîbû hate wêran kirin. Îran ew kamîra hilanî û naveroka kamîreya wêrankirî niha winda ye.

TESA Karaj yek ji çend navendên navokî ye ku Îran qebûl kiriye rê bide çavdêrên IAEA da ku li wir alav û kamîreyên çavdêrîyê deyînin. Ev rêkeftina 12’ê Îlonê bû egera kêmbûna girjîya diplomasî di navbera Îran û welatên Rojavayî de.

XS
SM
MD
LG