Lînkên eksesibilîtî

AEAI Dibêje Îran Şertên Rêkeftina Navokî bi Cîh Tîne


Dîrektorê Giştî yê IAEA Yukiya Amano

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) îro da zanîn ku Îran di xebatên xwe yên navokî de, di çarçoveya sînorên rêkeftina 2015’an ya ligel hêzên cîhanê de maye.

IAEA, piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump erê nekir ku Îran şertên peymanê bi cîh anîne, cara yekê raportek belav dike.

Trump rêkeftina navokî ya ligel Îran û Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya, Çîn û Yekîtîya Ewrupa wek rêkeftina herî xirab bi nav kiribû û red kiribû ku Tehran bi wê rêkeftinê pebend e.

Alîyên din yên rêkeftinê, nerazîbûna xwe li hember biryara Trump ragihandibû û gotibû ku li gor wan Îran şertên peymanê bi cîh tîne.

Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî jî gotibû ku heta alîyên din rêze li rêketinê bigirin, Tehranê jî di nav peymanê de bimîne, lê gava Washington xwe ji wê bikşîne, hîngê ew jî bi rêkeftinê pebend namînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG