Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) îro Duşemê ragihand ku danûstandinên plankirî yên di navbera ajansê û Îranê de piştî mirina Serokomar Îbrahîm Raîsî hatine rawesrandin, yên ku jibo çareserîya kêşeya bernamaya navokî ya Tehranê dihatin kirin.
Ev agahî ji alîyê Ajansa France Press (AFP) ve hat ragihandin li ser bingeha raporteke nepenî ku ajansê bi dest xistîye.
AFP got ku rojek piştî ketina helîkoptera 19’ê Gulanê ku di Reîsî û 7 kearbidestên din yên Îranî mirin, danûstandinên di navbera IAEA û Tehranê hatine rawestandin.
"Îranê dîyar kir ku jiber 'rewşên taybet' êdî ne guncaw e ku danûstandinên bingehîn werin kirin" û wê dîrokek nû were destnîşankirin," di wê raporta nepenî de tê gotin.
Herwiha AFP got ku raporteke nepenî ya cuda jî bi dest xistîye, ku jibo civîna lijneya rêvebirên IAEA ya hefteya pêş hatiye amade kirin.
Di vê raportê IAEA dibêje ku asta berhevkirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê 30 qat zêdetir bûye, ji sînorê ku di peymana 2015’an de navbera Tehran û hêzên cîhanî de hatîye destnîşan kirin.
Li gor wê raporê, tevahîya berhevkirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê, di 11`ê Gulanê de gihêştîye 6201.3 kîloyan, ku li gor kontrolkirina dawî ya di Sibatê 675.8 kg zêde bûye.
Alozîyên di navbera Îran û IAEA de, bi dubarekî tund dibin, ji dema ku peymana sala 2015'an ya navokî têk çû, ya ku di berdêla rakirina toleyan, dawîkirin û astengkirina bernameya navokî ya Tehranê armanc dikir.
Di van salên dawî de, Tehranê hevkarîya bi IAEA re kêm kir, bi rêya bêbandorkirina amûrên çavdêrîyê, yên jibo şopandina bernameya navokî hewce ne û herwiha serdanên pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) qedexe kir.
IAEA ajansa çavdêrîya navokî ya NY ye û di destpêka vê mehê de, serokê ajansê Rafael Grossi jibo baştirkirina hevkarîyê, serdana Îranê kir.
Piştî serdanê ku Grossi jiber hevkarîya "ne ji dil û têrneker," Tehran şermezar kir.
Hewlên bi navbeynkarîya Yekîtîya Ewrupa(YE) jibo vejandina peymanê – jinûve beşdarîya Amerîka û jinûve pabendbûnê Îranê - heya niha bêencam mane.
Jêder: AFP
NY Dibêje Piştî Mirina Reîsî Danûstandinên bi Îranê re Hatine Rawestandin
