Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Grossi Dibêje IAEA Wê li Santrala Navokî Zaporizhzhia Bimîne


Pispor û çavderên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya îro Pêncşemê giheştin kargeha navokî Zaporizhzhia ya li başûrê rojhilata Ukrayna ku xeterîya belavbûna radyasonê û rewşa ewlehîyê binirxînin.

Tîma IAEA bi konvoyeke mezin giheşt santralê ku gelek leşkerên Rûsî û li derdora wê kargehê hene.

Tîma IAEA, ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, jibo serdana Zaporizhzhia ji do ve bi rê ketibû, lê jiber topbaranên qadên nêz, giheştina wê ya Zaporizhzhia dereng ketibû.

Berpirsê IAEA Rafael Grossi got ku wî li santrala navokî ya Zaporizhzhia tiştên pêdivî dîtin.

"Ez bawer dikim ku me di van çend saetan de gelek pêzanîn berhev kirin. Min tiştên serekî ku bo min pêdivî bûm, dîtin. "

Grossi bi berdewamî got dîyar kir ku IAEE wê li santrala navokî bimîne, lê wî eşkere nekir ku heta kengî.

"IAEA li vir dimîne. Bila cîhan bizane ku IAEA li Zaporizhzhia dimîne."

Reutersê ragihand ku hin endamên IAEA , piştî çend saetan ji santrala navokî derketine, lê ajansa Interfax ya Rûsî jî got ku ji 9 maşînên şandeya IAEA 4 ji nav santralê derketine.

Zaporizhzhia, ku navenda navokî ya herî mezin ya Ewrupa ye, di meha Adarê de ketibû destê hêzên Rûsî.

Jiber ku ew navend nêzîkî enîyên şer e, di demên dawî de fikar çêbûne ku malwêranîyeke navokî li wê derê biqewime.

Rûsya û Ukrayna hevdu ser êrîşên li der dora Zaporizhzhia tawanbar dikin ku li ser çemê Dnipro li başûrê navendî Ukrayna ye û gelek nêzî enîyên şer yên di navbera her du alîyan de ye.

XS
SM
MD
LG