Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê Serokekî nû Hildibjêre


Parlemana Îraqê
Parlemana Îraqê

Di gava yekem a damezrandina hikûmeteke nû de piştî çar mehan ji hilbijartinên giştî yên welêt, parlemanterên Îraqê serokekî nû ji bo parlemanê hilbijart.

Parlemanter Ehmed al-Asadî got di daniştina îro Şemiyê de 169 parlemanteran deng dan Mihemed al-Habûsî û 89an deng dan wezîrê berê yê berevaniyê Xalid al-Obeydî.

Al-Habûsî parêzgarê berê yên parêzgeha Enbar bû û piştgiriya kutleya alîgira Îranê di hindirê parlemanê de werdigirt.

Demekê berê vê mehê parlemanê daniştina xwe ya yekem lidar xist û têde têk çû ku pêşketinekê di proseya damezrandina hikûmetê de pêk bîne ji ber ku her yek ji du kutleyên Şîiî idîa dike ku di parlemanê de ew ya mezin e û divê hikûmetê damezirîne.

Li gor rêkeftineke ne fermî di navbera aliyên Îraqî de sala 2003an, bosta serokwezîr ji Şîaa re ye, serokatî ji Kurdan re ye û serokatiya parlemanê ji Suniyan re ye.

XS
SM
MD
LG