Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzeke Ewlekarîyê Rojnamevanekî li Hewlêr Direvînin


Rojnamevan Îbrahim Abas
Rojnamevan Îbrahim Abas

Rojnamevan Îbrahîm Abas îro Pêncşemê serê sibê ji aliyê hêzeke ewlekarîyê tê girtin û dibin ciyekê nediyar. Rêvebirê asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî jî dibêje ku haya wan ji bûyerê nîne.

Şeva Çarşemê hêzeke ewlekarîyê bi otombîlekê diçin mala Abas, lê li malê kes tunebû.

Sibeya Pênşemê di seat 2yê serê sibê de, hêzeke ewlekariyê Abbas li taxa Xanzad, li mala hevalê wî yê rojnamevan, Ferman Naşad digirin.

Rêvebirê asayîşa Hewlêrê Tariq ji Dengê Amerîka re ragihand ku haya wan ji girtina rojnamevan Îbrahîm Abas nîne û ewê wê bûyerê bişopînin.

Sadiye Mihemed, hevjîna Abas jî dibêje ku ew hêzên şeva Çarşemê jibo girtina Îbrahîm hatibûn mala wan, kesekî ji nava wê hêzê nas dike û xelkê havîngeha Mesîf e.

Xanima rojnamevanê girtî bi berdewamî dibêje ku zilamê wê ji aliyê asayişê ve hatiye girtin û daxwazê ji herkesî dike ku jibo serbestkirina hevjînê wê alîkar bin.

Girtina Rojnamevankî li Hewlêr
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00

XS
SM
MD
LG