Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Kalin: Gavên ku Tirkîye li Lîbya Davêje Pêşî li Prosesa Sîyasî Vedike


Berdevkê Serokomarîya Tirkiyeyê ÎBrahîm Kalin li ser geşedanên li Lîbya axivî.

"Gavên ku Tirkiye li Lîbya davêje pêşî li prosa sîyasî vedike " got Kalin.

Îbrahîm Kalin bibîr xist ku di rojên dawî de li Lîbya êrîşên mezin rû dan.

"Bi van êrîşan jî eşkere em ji bagewaîyên xwe mafdar derketin. Çavên me dê li ser wir be. Hêvîya me ewe ku hemî alî vegerin ser pozîsyonên xwe yên berîya meha Nîsanê. Gavên ku Tirkiye davêje pêşî li prosa sîyasî vedike" got Îbrahîm Kalin.

Wî daxuyakirin Tirkiye kuştina Qasim Silêmanî jî ji nêz ve dişopîne.

"Bangên me yên jibo nermûn û aramîyê dê bidomin. Serokomarê me li ser mijarê di nav peywendîyan de ye. Divê herkes bi aqlêselîm tevbigere".

XS
SM
MD
LG