Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Îraq Nikare Xirabkarîyên DAIŞ'ê Dadgeh Bike


Navenda giştî ya Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) li Denhag, Hollanda
Navenda giştî ya Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) li Denhag, Hollanda

Raporteke Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Pêncşemê da zanîn ku kanîn û şîyana Îraqê tune ku xirabkarîyên DAIŞ'ê yên dema şerê rizgarkirina Mûsilê de darizîne.

Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ya NY got ku divê Îraqê rêkên din peyda bike ku zêdegavîyên DAIŞ’ê dadgeh bike.

Raporta ICC dîyar dike ku di dirêjîya operasyona rizgakirina Mûsilê de, herî kêm 2,521 sîvîl hatibûn kuştin û 741 ji wan hatibûn înfaz kirin. Raport bal dikşîne ku piranîya wan ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine kirin.

“Serwerîya dadgehên Îraqî li ser tawanên navnetewî yên wek jenosîd, tawanên dijî mirovahî û tawanên ceng tuneye û dozger, polîs û dadwer ne xwedîyê kanîn û zanîna lêpirsîn, vekolîn û dadgehkirina bergumanên wan sucan in.”

Raporta NY daxwaz ji hikûmeta Îraqê dixwaze ku vekolîna hemî îdiayên binpêkirinên mafên mirovan yên ji hêla hêzên Îraqî ve bike.

Raport herwiha bang li koalîsyona navnetewî dike ku vekolîneke cihê li ser kuştina sîvîlan ya bi êrîşên esmanî bike ku li gor NY ji meha Şubatê vir ve 461 sîvîl di êrîşên esmanî de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG