Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICC Dibêje Divê Beşîr û Gumanbarên Din yên Jenosîdê Demûdest Derkevin Pêş Dadgehê


Wezîrê Dadê yê Sudanê Nasruddîn Abdel Barî û dozger Fatou Bensouda

Serdozgera Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) Fatou Bensouda îro Sêşemê dîyar kir ku serokê Sudanê yê berê Omer El Beşîr û karbidestên din divê demûdest derkevin pêş dadgehê.

Beşîr û jimareke karbidestên din yên serdema wî ji alîyê ICC ve jibo tawanên şer û jenosîdê li Darfur dihatin xwestin.

"Em dinerin ka çi pêkan e ku were kirin. Divê ew bê ku pirtir dereng be, ji pêş dadgehê re werin anîn û hesabê kiryarên xwe bidin," dozger Bensouda got.

Wê di dema seredana Xartumê de ji rojnamevanan re ragihand ku wan bi karbidestên Sudanî re ser îhtîmalên şewaza darizandina wan gotûbêj kirin.

Hejayî balkişandinê ye ku Beşîr ku piştî protestoyên girseyî ya sala borî ji desthilatê hatibû daxistin, ji meha Nîsanê vir ve li paytext Xartumê li zindanê ye.

XS
SM
MD
LG