Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hêzên Wê Ber bi Dilê Gazayê ve Dimeşin


Leşkerên Îsraîlî li navenda Gazayê xan dibin
Leşkerên Îsraîlî li navenda Gazayê xan dibin

Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê ketine navenda bajarê Gaza.

Fermandarê hêzên Îsraîlî General Yaron Finkelman got ku di nava deh salên dawî de cara yekê ku hêzên Îsraîlî ketine dilê bajarê Gaza ku navenda terorîzmê ye.

“Her roj, her saet hêzên me milîtanan dikujin, cîhê tunelan eşkere dikin û çekên dirûxînin û bi berdewamî ber bi navendên dijmin nêzîl dibin.”

Finkelman herwiha dîyar kir ku leşkerên Îsraîlî taxeke di destê Hamasê de xistine bin kontrola xwe û dest danîne ser kelûpelên wan.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant jî da zanîn ku Gaza navenda herî mezin ya terorîstan e.

Gallant dîyar kir ku piştî şer ewê Gaza bi rêve nebin, lê ewê nehêlin Hamas jî êdî wê derê kontrol bike.

Jêderên xwecîhî dîyar dikin bi gurbûna şerê li navenda Gazayê jimareke mezin ya sîvîlan berê xwe didin başûrê bajêr.

Îsraîlê îro bang li sîvîlên li navenda Gaza kiribû ku di navbera 10:00 û 14:00 ji herêmê derkevin.

Bi alîyekî din ve, baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên El-Qassam jî ragihand ku ew zararên mezin dide hêzên Îsraîlê.

Li gor ragihandina dawî ya karbidestên Hamsê, li navend û bakurê Gaza hîn jî bi qasî 900,000 Filîstînî hene.

XS
SM
MD
LG