Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolonel Dillon Îdiayên Sûrîyê yên Ser Êrîşa Esmanî ya li Dêrezorê Red Dike


Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka îro Sêşemê ragihand ku firokên wê li Dêrezorê ti êrîş li dar nexistiye.

Kanala dewletê ya Surîyê do Duşemê dîyar kiribû koalîsyona bi pêşengîya Amerîka êrîş biriye ser Qusur ya Dêrezorê ya di destê hêzên hikûmetê de û 14 sîvîl kuştine û 32 kesên din jî birîndar kirine.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî dabû zanîn ku eşkere nebûye ku firokên kê êrîş li dar xistiye, lê di êrîşê de bi kêmî ve 22 kes hatine kuştin.

Berdevkê Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka ya Dijî DAIŞ’ê Kolonel Ryan Dillon dîyar kir ku firokên wan li herêma Dêrezorê ti êrîş li dar nexistiye. Koalîsyon dide zanîn ku hemî kuştinên sîvîlan vedikole û bo sîvîl neyên kuştin, di êrîşên xwe yên li Îraq û Sûrîyê bi baldarî tevdigere.

Piranîya Dêrezorê di bin kontrola Artêşa Sûrîyê de ye. Artêşê, bi alîkarîya êrîşên esmanî yên Rûsya û mîlîsên bi piştgirîya Îranê dorpêça DAIŞ’ê ya Dêrezorê, ku bi qasî sê sal dom kir, şikandibû.

Leşkerên Sûrî û hêzên ku piştgirîya wan dikin, li hindurê Dêrezore û li derdora wê dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li herêmên hember Çemê Feratê êrîşan dibe ser DAIŞ’ê.

Amerîka û Rûsya dîyar dikin ku jibo ku herdu hêzên ku ew piştevanîyê dikin, neyên hember hevdu di peywendîyê de ne.

XS
SM
MD
LG