Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov û kenala Orient dibêjin otombêlek îro Şemiyê li bajarê Idlibê teqiya û êrîşên esmanî jî gundewarên bajêr ji xwe re kirin armanc.
Çavdêriyê got otombêl li taxa el-Qusûr teqiya û kenala Orient a nûçeyan ku girêdayî opozisyonê ye got teqînê kesek kuşt û jimarek kes birîndar kirin.
Opoerasyona hêzên Sûriyê ku ji meha Nîsanê ve bi piştgiriya êrîşên esmanî dest pê kiriye, bûye sedema kuştina bi sedan kes li Idilbê û li bakurê Hema yê.
Neteweyên Yekgirtî dibêje di vê helmeta hikûmetê de bajarê Idlibê bi awakî berfereh bûye armanca êrîşên esmanî lê çavdêrî û kenala Orientê got van êrîşên îro Şemiyê gundewarê başûrê Idlibê kiriye armanc.