Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Sûriyê Êrîşên Esmanî li Idlibê Berdewam Dikin


Firokên şer ên Rûsî û Sûrî îro Yekşemê êrîşên esmanî li Idlib û Hema berdewam kirin, li gor rûniştvanan û tîmên rizgarkirinê.

Wan got firokên helicopter ên artêşa Sûriyê bermîlên bumbekirî avêtin ser gundên al-Hebît û Abdîn li başûrê Idlibê û hin gundên din li herêmê.

Artêşa Sûriyê bikaranîna bermîlên bumbekirî red dike, lê vekolerên Neteweyên Yekgirtî bikaranîna wan begle kirine.

Ev êrîş dibin piştî ku lûtkeya sê qolî ya Rûsya,Tirkiyê, û Îranê di erêkirina li dor agirbestekê de têk çû.

Bawere ku firokên Rûsî di zîncîra êrîşên xwe de bajarokên Latamneh û Kfar Zeyta kiribin armanc, li gor çavdêran û çavkaniyên serhildêran.

Tê zanîn, Dîmeşq bi piştgiriya Rûsya û Îranê xwe ji bo operasyoneke berfereh li parêzgeha Idlibê amade dike, lê ta niha hîn çi êrîş nebirine ser bajarê Idlibê bi xwe.

XS
SM
MD
LG