Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Planên Tirkiyê û Rûsya li Bakurê Sûriyê


Li alîkî gombûnên G-20, Serokê Tirkiyê Recap Tayyip Erdogan ji serokê Amerîka Vladimir Putin re gotibû ku ew dixwaze kombûneke din li dor rewşa parêzgeha Idlib ya Sûrî li dar xe.

Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê berê gelek kombûn li gel Rûsya kirine.

Wê herwiha ligel Îran, Almanya, Fransa û Amerîka jî rewşa Idlibê û bakurê Sûriyê gotûbêj kiriye.

Piştî evqas kombûn û serdan, hîn çi maye ku Tirkiyê dixwaze ligel van welatan û bi taybetî ligel Rûsya gotûbêj bike?

Gelo Tirkiyê û Rûsya dikarin li dor Idlibê bigihin ti rêkeftinan?

Hebûna Amerîka li bakurê Sûriyê ta çi astê li pêş lihevkirinên Tirkiyê û Rûsyarêgir e?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Mistefa Ozçelîk, serokê Partiya Azadiya Kurdistanê ku li Tirkiyê dimîne û Fethella Huseynî, endamê serkirdayetiya Partiya Çep a Kurdî Sûrî ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:58 0:00

XS
SM
MD
LG