Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Jiber Bombebarana Ser Îdlibê bi Sedan Kes ji Herêmê Direvin


Sîvîlên ku ji derbazgeha Ebu Duhur tên herêmên bin kontrola hikûmeta Sûrî, Tebax 20, 2018

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku piştî bombebarana Moskowê ya dijî Îdlibê, bi sedan kes ji hêrêmê derketine.

Serokê SOHR’ê Ramî Abdullrahman dîyar kir ku bi sedan gundîyên li başûrê rojhilata Îdlibê ber bi herêmên Helebê yên di destê serhildayan de bi rê ketine.

‘’Roja Çarşemê, ber bi êvarê 180 malbat, yanî bi qasî 1000 kes bi rê ket’’ Abdulrahman got.

Heyet Tahrîr Şam ya cîhadî, ku El Nusra ya kevn ya girêdayî El Qaydê pêşengîya wê dike, pirtira Îdlibê xistiye bin kontrola xwe.

Herêmên din yên Îdlibê di bin kontrola jimareke komên serhilda ye ku Tirkîye piştgirîya wan dike.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî dabû zanîn ku ger dijî Îdlibê operasyonek pêk were 800,000 kes dê koçber bin.

XS
SM
MD
LG