Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Idlib di Navbera Aliyên Dijber de


Bajarê Idlibê
Bajarê Idlibê

Serokê Amerîka Donald Trump şeva borî di twîteke xwe de hişyarî da Sûriyê, Rûsya û Îranê li dor êrîşkirina parêzgeha Idlibê ku di bin destê serhildêran de ye.

Trump got:

“Wê Rûsî û Îraniyan şaşiyeke mirovahî ya mezin bikin, eger tevlî vê trajedîya mirovahî bibin. Reng e bi sed hezaran xelk bên kuştin. Nehêlin ev yek bibe.”

Wezîrê derve yê Îranê jî doh Duşemê got pêwîst e Idilb ji terorîstan bê paqijkirin û tevahiya bakurê rojavayê Sûriyê vegere bin kontrola hikûmetê.

Roja Înê Tehran mêvandariya kombûneke sêqolî di navbera serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê de dike jibo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê.

Ev operasyon çiqas nêzîk e û çiqas pêşbîn e ku bi wî awayê berfereh pêk were?

Xemên Amerîka û welatên rojava li dor metirsiya vî şerî li ser jiyana sivîlan ta çi astê rijdî ne?

Îran, Tirkiyê û Rûsya ta kîjan radeyê li dor vê operasyonê lihev kirine?

Bernameya Hest û Hewest bi beşdarbûna du mêvanan vê babetê şîrove dike:

Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ji Fransa û Mehmûd Biro, şîrovekarê siyasî ji Nerwîc.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:43 0:00

XS
SM
MD
LG