Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Konvoyeke Leşkerên Tirk Ket Herêma Îdlibê


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku konvoyeke leşkerî ya Tirk ket herêma Îdlibê.

Yek ji fermandarên Artêşa Azad ya Sûrîyê Ebu Hayro ji Reuters’ê re da zanîn ku di konvoyê de bi qasî 30 maşîneyên leşkerî hene.

Ebu Hayro dîyar kir ku konvoya leşkerên Tirk, bi çekdarên Heyet Tahrîr el-Şam, ku Cephetul El-Nusra bi hin rêxistinên cîhadî re ava kiribû, ket Îdlibê.

Berpirsekî din yê Artêşa Azad ya Sûrîyê got ku ‘’Leşkerên Tirk, dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berevanîya Heyet Tahrîr el-Şam dikeve herêma Îdlibê’’

XS
SM
MD
LG