Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê Karmendekî Balyozxaneya Amerîka Vexwend Îfadeyê


Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê dîyar kir ku karmendekî Balyozxaneya Amerîka ya li Stenbolê, ku nav N. M. C ye, vexwendina îfadeyê.

Serdozgerîyê da zanîn ku parêzbendîya dîplomatîk ya wî karmendî tune û ew biryara desteserkirina wî ser beyanên Metin Topuz ya hefteya borî hatibû girtin, hatiye dayîn.

Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê herwiha dîyar kir ku hevjîn û kurê wî karmendî jî hatine desteser kirin.

Li gor nûçeyên medya Tirkîyê ew karmend jiber ku ji balyozxaneyê dernediket, nedihat desteser kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Guld, danê nîvro ser pirsa derbarê desteserkirinê gotibû ku ‘’Ti agahîya me serr girtin yan desteserkirine din tune’’

XS
SM
MD
LG