Federasyona Navnetewî ya Civatên Xaça Sor û ya Heyva Sor (IFRC) îro Çarşemê jibo rawestîna şerê li Gaza banga agirbestê û gihandina alîkarîyên mirovahî yên bêasteng ya bo gelê Gazayê kir, ku bi mîlyonan mirov rûbirûyê birçîbûnê ne.
"Em bi neçarî hewceyî çareserîyeke sîyasî ne ku rê bide me ku em agirbesteke jibo wergirtina alîkarîyê hebe," Seroka IFRC Kate Forbes di hevpeyvînekê de li paytext Manila ji Reutersê re got.
Forbes dîyar kir ku Xaça Sor û ya Heyva Sor divê xwe bigêhin nava Gaza da ku alîkarîya mirovan bikin, lê jibo vê agirbest pêdivî ye.
Seroktîya IFRC posteke dilxwazî ye û çavdêrîya 191 rêxistinên sivîl yên alîkarîyê dike û wan yekgirtî dike; yên ku di dema û piştî felaket û şeran de dixebitin.
Forbes got ku wê rewşa dijwar ya li Refahê di serdana xwe ya Sibatê de dîtîye, çend meh berîya ku Îsraîlê dest bi êrîşa leşkerî ya ser başûrê Gaza kiribû ku ji zêdetirî mîlyonek Filîstînî ku jiber êrîşên ser heremên din revîbûn û hatibûn wir.
"Bi Têra xwe sitergeh tunebû. Av tunebû, tuwaletên paqij têr nedikirin. Nexweşxaneyeke me ya bê amûr hebû... û mixabin tiştê ku ez jê ditirsîyam çêbû û xwarin têrê nake.”
Hêvîyên jinûve destpêkirina danûstandinên agirbesta li Gaza di dawîya hefteyê de zêde bûn, piştî ku dadgeha dadmendî ya navnetewî Înîya borî ferman dabû TelAvîvê ku êrîşa li Refahê rawestîne.
Hamasê nûçeyên ser destpêkirina danûstandinan red kir û her du alî jî jibo xetimandina danûstandinan hevdu tawanbar dikin.
Îsraîl dibêje ku ew nikare daxwaza Hamasê ya bidawîkirina şer qebûl bike, Filîstînî jî dixwazin girtîyên Filîstînî werin berdan.
Forbes bang li hemû alîyan kir ku jibo agirbestekê danûstandinan bikin da ku ew alîkarîyê bigêhînin nava Gaza.
"Karê min dema ku agirbest çêbe, peydakirina alîkarîyan e, wê demê em dikarin alîkarîyên pêdivî bidin. Û loma divê ew karên xwe bikin da ku ez karibim karê xwe bikim," Forbes got.
Jêder: Reuters