Li Tirkîyê li ser medya civakî di demên dawî de careke din bi awayekî berbiçav êrîş û gotinên xirab yên dijî penaberan zêde bûne.
Bi mîlyonan penaber jiber sedemên wek şer, pevçûn, xîzanî, bawerî, binpêkirina mafên mirovan û hwd. welatên xwe terikandine û li Tirkîye bi cîh bûne.
Tirkîyê jî li ser vê hejmara penaberan dibêje ku herî zêde penaber bi 3.9 mîlyon kesî ji Sûrîyê ne. Di heman demê de ew dîyar dike ku bi deh hezaran penaberên ji Afganistan, Ukrayna, Îran, Îraq û ji gelek welatên din jî hene.
Mijara penaberan di demên dawî de careke din yek ji mijarên herî girîng ya roveja Tirkîyê ye û zêdetir êrîş û gotinên xirab yên dijî penaberan derdikevin pêş. Ev jî di nav penaberan de dibe sedema metîrsîyên mezin.
Seroka Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxê Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî destnîşan kir ku zimanê sîyasetê rê li ber êrîşên dijî penaberan vedike.
“Em bawer dikin ku bi taybetî zimanê sîyasetê yê cihêkarîyê, rê li ber êrîşên nefrete yê dijî penaberan vedike. Jiber ku civak guh dide kesên ku dewletê bi rê ve dibin û gotinên hikûmet û opozîsyonê bandora xwe ser civakê dikin.” Wê got.
Yolerî di berdewamîya axaftina bertek nîşanî gotinên wek “Sedema bêkarî û aborîya xirab penaber in” û “Di bûyerên tundîyê de penaber zêdetir cîh digirin” jî da û got ku ev gotin ne rast in û ev jî dibe sedema zêdetir êrîşên dijî penaberan.
“Wek sedema van tiştan penaber têne hedef girtin. Lê aborîya xirab û bêkarî em dizanin ku ne penaber bûne sedem. Hem desthilat hem jî opozîsyon dixwaze wek sucdarê van pirsgirêkan penaberan nîşan bide da ku ew berpirsîyarîyên xwe veşêrin. Herwiha em dibînin ku her du alî jî dixwazin vê mijarê wek propagandaya hilbijartinan bikar bîne.”
Dîsa Yolerî anî ziman û got ku divê mijara penaberan ji derveyî sîyasetê were girtin û ev yek wek mijara mafê mirovan were dîtin.
“Bi polîtîkayên xwe hem desthilat hem jî opozîsyon dide nîşan ku mafê penabertîyê nas nake. Penabertî di peymanên navnetewî de wek mafekê tê dîtin. Penaber wek penaberên qeydkirî û neqeydkirî li Tirkîye têne rojevê û bi vê yekê hem hebûna wan nayê naskirin û hem jî şert û mercên mirovane yên penaberan têne binpêkirin.”
Yolerî jibo pêşîgirtina êrîşên dijî penaberan jî wek gava serekê got ku “Divê penaber ne wek mijara sîyasetê divê ev yek wek pirsgirêka mafên mirovan were dîtin û divê Tirkîyê peymanên navnetewî yên penaberan yên qebûl kirine berçav bigire.”