Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeleya Mafên Mirovan 'ÎHD'ê 35'emîn Salvegera Xwe Pîroz Dike


Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Daxuyaniya 35emîn Salvegera IHDê
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Daxuyaniya 35emîn Salvegera IHDê

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di aqaftina xwe de li ser damezirandina ÎHD’yê sekinî û ji mêj ve heta niha behsa kar û barên ÎHD’yê kir. Turkdogan hest û ramanê xwe wiha anî ziman:

"İHD di 17 Tîrmehê 1986 an de ji alîyê 98 bergirê mafên mirovan ve hate damezirandin. Gelek endam, rêveber û serokên ÎHD’ê rastî êrîşan hatin, dîsa li ser ÎHD’ê çewsandinên mêzin hate meşandin, lê ÎHD ji parastina mafên mirovan hîç gaveke dest berneda."

Sazîya ÎHD’yê li Tirkiyê ji bo parastina mirova gelek pêşnîyar jî anîbû. Turkdogan, li ser Zagona Bingehîn jî sekinî û dadîyarkirin ku li Tirkiyê pêwîstî herî girîng makezagoneke nû ye. Turkdogan ev yek jî wiha anî ziman:

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan

"Em dibînin ku di van deman de li ser Zagona Bingehîn hin gotûbê hene. Lê em dibînin ku makezagona ku di merîyetê de ye hê baş nayê bikaranîn. Bi ya me jî di vî warî de pêwîstî bi makezagoneke nû heye. Lê li vê derê ya girîng ewe ku hemû cudatîyên etnîk, cinsî, bawerî û ne bawerî bên rakirin. Dîsa ya herî girîn ewe ku gotinên nefretê di makezagonê de tunebe."

Li Tirkiyê hilbijardinên sala 2019 rewşeke nû da pêwîşa Tirkiyê. Ev hilbijardin di nabera Îtifaqa Gel û Îtifaqa Milet de darbas bûbû. Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan li ser vî jî sekinî û rahgihand ku çi desthilatî çi jî opozîson pêwîste ku mafên mirovan biparêzin:

"Armanca opozîsyonê ewe ku xeletîyên desthilatîyê bîne ziman. Li kî derê binpêkirineke mafên mirovan heye lazime ku li ser vana bisekinin. Hilbijardina 2019 ji me re tiştek şanî da, êdî li Tirkiyê rewşeke du alî heye. Lî vê derê opozîsyon dikare di warê demokrasî û parastina mafên miorv de bê ba hev û din."

Turkdogan li ser Rewşa Awarte jî sekinû û li vê derê bangî desthilatî û opozîsonê kir û ragihand ku heke ev şêwaz berdewam kibe, binpêkirina mafên mirovan jî dê li Tirkiyê zêde bibe.

Raporta Enqerê 18 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG