Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Mafên Mirovan (IHD) Rapora Nû Eşkere Dike


Komela Mafên Mirovan (IHD) ya Dîyarbekirê rapora 9 mehan ya binpêkirina mafê mirovan ji raya giştî re eşkere kir.

Serokê IHD'ê yê Dîyarbekirê Racî Bîlîcî da zanîn, di meha dehan de di dema protestoyên bo Kobanê de, hejmareke zêde binpêkrina mafên mirovan rû da.

“Bi pêvajoya çareserîyê hêvîyek çêbû, lê jiber ku hikûmetê gavên pêdivî navêt hêvîyên gel şikestin.”

Bîlîcî herwiha xuya kir ku polîtîkayên dewletê yên jibo Rojava û Kobanê di derketina bûyerên protestoyên Kobanê de tesîreke mezin çêkir.

Li gorî raporê, di protestoyên Kobanê de 42 kes hatin kuştin, 1128 kes hatin binçav kirin ku 56 zarok bûn; 225 kes hatin girtin ku 34 zarok bûn. Rapor herwiha dide zanîn ku 801 kes jî birîndar bûn.

Bîlîcî destnîşan kir ku di protestoyan de rûdanên binpêkirina mafên mirovan ji yên 9 mehên dawî zêdetir in.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:05 0:00

XS
SM
MD
LG