Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Binpêkirinên Mafên Mirovan yên Sala Borî Çi Bûn?


Komela Mafên Mirovan (IHD) bi navê “Li Tirkîyê Bîlançoya Binpêkirina Mafên Miorvan ya Sala 2019” raporek weşand.

Di vê raporê de li ser binpêkirina mafên mirovan tevahî tê sekinandin. Binpêkirina mafê jîyanê, înfazkirinên bêdadgeh, êşkence kirin, mafên ewlekarîyê, azadîya derbirînê û gelek babetên din di raporê de cî digirin:

Li gor rapor û bîlançoya IHD’yê di nav sala 2019 an de bi kurtî ev bûyer qewimîne;

* 38 kes bi awayê bêdadgeh hatine kuştin û 93 kes jî hatine birîndar kirin.

*Di nav pevçûnên çekdarî de 440 kes mirine û 233 kes ji birîndar bûne.

*Kesên ku rastî êrîşa hatine di nav wan de 24 kesan jîyana xwe ji dest dane û 175 kes jî birîndar bûne. Di nav wan de sîyasetvan, rojnamevan, mamoste, xwendevan, polîs û hwd kes hene.

*Ji peqîna mayînan 3 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne.

* 152 kes bi awayê gumanbar mirine, yên ku birîndar bûne jî 22 kes in.

*Di warê binpêkirina mafên jinan de, 478 jin hatine kuştin û 1595 jin jî hatine birîndar kirin.

*Li ser 6068 kesan êşkence an jî kiryarên xirab hatine çêkirin.

*Di warê ewlekarî û azadîya kesan de; 8803 kes hatine binçav kirin, 831 hemwelatî, 197 rojnamevan û 7 parlamanter hatine zîndan kirin. Li ser 29 kesan êrîşên nîjandperestî hatine kirin û 1 kes jî mirîye.

*Li girtingehan di warê binpêkirina mafê tendirustîyê de mafên 1110 kesan binpê bûye. Disa di binpêkirina mafê ragihandinê de 421, cezayê dîsplînê de 402, veguhastina girtingehan de 313, di warê xwepêşandanê de jî mafên 3289 kesan hatine binpê kirin.

*Li Tirkîyê 150 çalakî hatine asteng kirin; 6 pirtûk, 1 filma reklamê, 56 nûçe, 10 pankart, 10 afîş, 1 rojname, 7 hezar stîker, 10 hezar danezan hatine qedexe kirin.

*Di sala 2019 de li ser 642 kesan de 205 lêpirsîn hatiye vekirin.

Li gor rapora Komela Mafên Mirovan xencî wan, binpêkirina mafên derbirînê, xwe rêxisinkirinê, civîn û xwe pêşandan û her wekî din binpêkirina mafan de bîlançoyeke mezin tê dîyar kirin.

ED_05_06_2020_Rapora_IHD
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG