Komela Mafên Mirovan (ÎHD), Komela Hiqûkvanên Azadîxwaz, Komela Hiqûkvanan Nûjen (ÇHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyê (TÎHV) derbarê girtîyên greva birçîmayînê de raporek amade kirin.
Rapor dide zanîn ku li 90 girtingehên Tirkîyê 3065 kes di greva birçîmayînê de ne û ji wan 30 kes rojîya mirinê ya bêveger dodomînin.
Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk ji Dengê Amerîka re got ku tendirustîya gelek kesan niha di asta xeter de ye.
“Jibo ku kes nemire, pêwîst e ku di demeke kurt de gav werin avêtin. Em hem hikûmetê û hem jî kesên erkdar hişyar dikin.”
Turkdogan, derheqa hevdîtinên sazîyên mafên mirovan û karbidestên dewletê re jî got ku wan rewşa xeter ya girtîyan ji wan re dîyar kir.
“Wisa dîyar dibe ku jiber bazarîyên sîyasî gav nayê avêtin jiber ku hesabên sîyasî naxwazin ev greva birçîmayînê bi dawî be.”