Komîsyona Zindanan ya Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxê Stenbolê “Raporta Binpêkirinên Mafan a Sala 2021’ê ya Zindanên Herema Marmara” eşkere kir.
Seroka ÎHD’ê ya şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî, parêzer Davut Arslan û rêvebirên komelê beşdarî daxuyanîyê bûn.
Li gpr gor vê raportê di sala 2021’ê de ji 39 zindanan 326 serlêdan jibo ÎHD’a Stenbolê çêbûne û herî kêm jî 7,357 binpêkirinên mafan pêk hatiye.
Herwiha ev raport destnîşan dike ku binpêkirin ji serlêdanên telefon, name û e-maîlan û ji parêzer, malbat û zindanîyan û di heman demê bi ji pêzanînên bi rêya medyayê hatine kom kirin.
Dîsa di raporta ÎHD’ê de tê gotin ku ji bilî zindanên li Herêma Marmara li gelek zindanên din jî serlêdanên binpêkirina mafan jibo wan hatine kirin.
Seroka ÎHD’ê ya şaxê Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî jî di daxuyanîyê de da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li zindanan her ku diçe zêde û girantir dibin.
“Em dibînin ku di her serlêdanek zindanîyan de dema wan bêtir bi binpêkirinan derbaz dibe. 275 serlêdan ên zindanîyên polîtîk in. 51 serlêdan jî yên zindanîyên edlî ne. Herwiha di serlêdanan de lêdan, êşkence, lêgerînên tazî û kiryarên xirab hene.” wê got.
Parêzer Yolerî di berdewamîya axaftina xwe de jî dîyar kir ku mafê saxlemîyên yên zindanîyan jî tê binpêkirin.
“Li alîyekî din ve jî berdana zindanîyên nexweş û zindanîyên cezayên wan xilas bûne têne taloqkirin û berdana wan têne astengkirin.” Wê got.
Yek ji parêzerên ji Komîsyona Zindanan ya ÎHD’ê ya şaxê Stenbolê Davut Arslan jî bal kişand ser mirinên zindanîyan yên sala 2021’ê de û wiha got.
“Di sala 2021’ê de yên ku me tespît kirine 28 zindanîyan jîyana xwe ji dest dan û piranîya van girtîyên nexweş bûn û piranîya van mirinan jî girtî bi tenê sere di hucreyan de dihatin hiştin.”
Herî dawî jî Arslan li ser heman mijarê dîyar kir ku, di derbarê lêpirsînên ku jibo girtîyên jiyana xwe ji dest dane de biryara nepenîyê hatiye dayîn. Herwiha wî got ku zindanî jiber ku nikarîn têkildarî binpêkirinan de ti têkîlîyan bikin wan di sala 2021’ê de jî dest bi grevên xwe birçîhiştinê kirin.