Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD: Girtîgehên Tirkîyê Givaştinên Ser Zindanîyên Sîyasî Zêdetir Dibin


Li gor pêzanînên Komela Mafên Mirovan (ÎHD) zextên li ser girtîyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê her ku diçe zêde dibin.

Bi ve yekê ve girêdayî çalakîyên nobedê yên li Amed, Wan û Stenbolê yên ji alîyê xizmên zindanîyan ve bi daxwaza bidawîkirina zextên li zindanan, şewitandina infaza girtîyan û dermankirina girtîyên nexweş û berdana wan didomin.

Nobed ji alîyê malbat û Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê bi dirûşma "Em li zindanan mirinê naxwazin, em jîyanê diparêzin" di hefteya 4’an de jî didome.

Dayîka Yakup Akman ê li Zindana Sîlîvrî ya Stenbolê girtî ye Fînce Akman jî tevlî nobetê bûye. Akman dîyar dike ku zindanên Tirkîyê bûye cîhên mirinê.

“Di 2 mehên dawî de 8 zindanî li zindanên cuda bi awayekî biguman jîyana xwe ji dest dan û ev yek ne normal e. Xwekuştin û mirinên din yên biguman bersuc rêvebirîyên zindanan e. Yekane daxwaza me berdana girtîyên nexweş û başkirina şert û mercên zindanan e.” Wê got.

Piştî Akman, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a girtî.

“Tugluk bi salan e tekoşîna mafên mirovan dike û divê ew zûtirîn demê de were berdan. li zindanên Tirkiyê tiştên xerab diqewimin û dewlet li dijî zindanîyan hiqûqa dijmintîyê bi rê ve dibe.”

Li alîyekî din ve jî herî dawî di rojên borî de Komîsyona Zindanan a Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê raporta binpêkirina mafên zindanîyên Herema Marmara yên mehên Mijdar, Cotmeh û Berfanbarê parve kiribû.

Jîyan Tosun
Jîyan Tosun

Endama Komîsyona Zindanan a ÎHD'ê Jîyan Tosun diyar kir ku di 3 mehan de li zindanan 3 hezar û 118 binpêkirinên mafan pêk hatin

“Di 3 mehên dawî de li zindanan gelek binpêkirinên mafan ên wekî êşkence, lêdan, lêgerîna tazî û pêkanînên xerab, êrîşên nijadperest û cihêkarîyê, herwiha bi awayekî darê zorê şandina zindanîyan jibo zindanên din hwd. gelek binpêkirinên din pêk hatin.”

Herwiha parêzer Tosun hêrî dawî balkişand ser pandemîya vîrusa korona jî û wê dîyar kir ku bi nexweşîya COVID-19 binpêkirinên mafan hêj zêdetir bû. Tosun di berdewamîya axaftina xwe de got ku bi hinceta pandemîya vîrusa korona tecrîda li hemî zindanan hin zêdetir bû.

MEB_1_31_22_Binpekirinen_Mafan_li_Zindanan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00
XS
SM
MD
LG